Ermenîstan bangî civaka navneteweyî dike piştgirîyê bidine dîyaloga Stêpanakêrtê û Bekûyêye lez

Serokatîya Adirbêcanêye leşkerî-sîyasî mecala amade dike ku li Qerebagê opêrasîyonên agrêsîv û paqijkirinên êtnîkî mîyaserke.Derheqa wê yekêda nava elametîya wezîreta Ermenîstanêye karên derda hatîye gotinê.
“Wezîreta Adirbêcanêye parastinê wedekî dirêje ku herroj behsên nerast belav dike, ku li Qerebagê, li zona cabdarîya aşîtîparêzên rûs, ji alîyê eskerê Qerebagêye parastinêda rêjîma agirbestê tê teribandinê.
Ew yek jî li ber çevaye, wekî nava înformasîyayên ji alîyê aşîtîparêzên Rûsîyayêda belavkirî hatîye dîyarkirinê, wekî teribandina rêjîma agirbestê tenê ji alîyê azêrîyada hatîye kirinê.
Bi hesabhildana wê yekê, bi hesabhildana cêribandina azêrîyaye tradîsîyon ku pêşîya opêrasîyona “înformasîya amade dikin” û paşê jî cabdarîyê davêjine ser alîyên mayîn, ew yek xemgînîyê pêşda tîne, wekî desthilatdarîya Adirbêcanêye leşkerî-sîyasî mecala amade dike ku li Qerebagê opêrasîyonên agrêsîv û paqijkirinên êtnîkî mîyaserke.
Em bangî hêzên Rûsîyayêye aşîtîparêz dikin, ku bi cûrê berk dîna xwe bidine xweykirina rêjîma agirbestê û hemû bûyarên ji alîyê Adirbêcanêda lê binihêrin û halê pêşdahatî raberî civakê bikin.
Komara Ermenîstanê careke mayîn tabîya xwe îzbat dike ku pêwîste mîsîya navneteweyî bişînine Qerebagê, ya ku dikare înformasîyayên rast belavke.
Komara Ermenîstanê hêvîdare, wekî pêwîste ku nava doranên mêxanîzma navneteweyî dîyaloga Bekûyê û Stêpanakêrtê lez bê organîzekirinê û bangî civaka navneteweyî dike ku piştgirîyê bidine vê pêvajoyê”.







