
Serokê Sûrîyayê Başar Esed rastî cîgirê wezîrê Îranêyî karên der Elî Hecî hatîye. Ajansa SANA ê ragîhandîe, wekî wextê hevdîtinê Esed derheqa pêwandîyên tevî rêjîma tirka xeberdaye.
Ewî gotîye, wekî hevraxeberdanên bona “normalbûna” pêwandîyên Damişqê û Enqerê gerekê li ser derxistina eskerên tirkaye ji axa Sûrîyayê bêne merkezkirinê.Esed daye dîyarkirinê, wekî armancên Sûrîyayêye sereke ewin ku eskerê tirka ji bakûrê Sûrîyayê derkeve û usa jî şerkarîyê dijî têrorîzmê berdewam bikin. Bi gotina serokê Sûrîyayê hevdîtina çaralî û bi hevkarîya tevî rûsa û îranîya girînge.







