Hevraqayîlnebûnên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda yên bona pirsa vekirina rîya, yên têknîkîne: serokê parlamêntê

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan derheqa hevraxeberdanên ermenîya-azêrîyada, yên bona vekirina rêyên herêmî xeberdaye û usa jî derheqa tabîya ermenîda daye dîyarkirinê, ya hindava rîya ji Adirbêcanê berbi Nexçêvanê.
“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî wextê qisa tevî rojnamevana, Alên Sîmonyan gotîye, wekî girêdayî vekirina rîyara, hevraqayîlnebûnên Ermenîstanê û Adirbêcanê yên têknîkîne.
“Girêdayî wê pirsêra femdarîya tomerî heye, lê hevraqayîlnebûn yên têknîkîne. Nava tabîya Adirbêcanêda xeta sor ewe, wekî wextê çûyîna ji Bekûyê berbi Nexçêvanê, welatîyê Adirbêcanê cîguhastî welatê sêem nabe û ew hemû tişt bi fikira wan gerekê cûrekî hêsabe. Li cem me merem ewe, wekî em piştgirîya vekirina rîya dikin û heger em derheqa aşîtîyêda dibêjin, wî çaxî pêwîst nîne qewilên sert pêşda bikişînin, halê şêr sazkin, çimkî nava halê wî cûreyîda ew rê dibe rêyeke bêkêr.Wê diha başbe ku alîyê azêrîya vî hemû tiştî fem bike”,- Sîmonyan gotîye.
Serokê parlamêntê ew yek jî şirove kirîye, wekî nava elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î da hatîye dîyarkirinê, wekî kontrola rîya ji Adirbêcanê berbi Nexçêvanê, gerekê sînorxweykirên Rûsîyayê mîyaserkin.Ewî gotîye wekî Komara Ermenîstanê axa serbixweye, li kîderê qanûnên Ermenîstanê dişuxulin û ev yek nikare cûrekî mayîn bê şirovekirinê.
Serokê parlamêntê usa jî derheqa elametîya cîgirê serokwezîrê Adirbêcanê Şahîn Mistefayêvda xeberdaye, wekî giva rêyên ku dibine Nexçêvanê, gerekê li Ermenîstanê ji alîyê sînorxweykirên Rûsîyayêda bêne kontrolkirinê. Sîmonyan gotîye, wekî tiştên usa tune û niha pêvajoya hevraxeberdana pêk tê, alî fikirên xwe elam dikin û tê cêribandinê wan tabîya nêzîkî hevdu bikin.
“Heger Adirbêcan dixweze ku alîyê rûsa ketina li Ermenîstanê kontrolke, wî çaxî jî Ermenîstan dikare bêje, ku wekîlekî welatê sêemîn jî ketina li Adirbêcanê kontrolke, çimkî vekirina sînora pêvajoya dualîye. Heger welatîyê Adirbêcanê gerekê bê nava Ermenîstanêra here Nexçêvanê, wî çaxî jî welatîyê Ermenîstanê dikare nava Adirbêcanêra here Rûsîyayê, yan jî welatekî mayîn. Qewil gerekê yekbin û tabîya me ber çevaye”,- Sîmonyan gotîye.







