H’emû nûçeSereke

Rûsîya jî nikare wê yekê înkarke, wekî alîyê rûsa ewlehkarîya korîdora Laçînê nikare çareserke: Alên Sîmonyan

Tiştekî eyane, wekî nava çarçoveya dokûmênta 9 ê mijdarê borcdarîyên alîyê rûsa heye, mesele, çareserkirina çûyîn-hatina bi korîdora Laçînê, ya ku nayê mîyaserkirinê. Derheqa wê yekêda serokê parlamêntê Alên Sîmonyan gotîye rojnamevana.

“Rûsîya jî nikare wê yekê înkarke, lê ew yek jî pirseke mayîne, ku em cûrekî çawa dibînin û helkirina pirsê çawa tînin ber çevê xwe.

Gelo em tînin ber çevê xwe, wekî leşkerên rûs, bêlarûs û qazax gerekê bên û leşkera bidine ber gula? Na xêr.

Gelo mecalên sîyasî hene, yên ku gerekê bihatana xebitandinê? Belê, hene. Gelo ez qîmet dikim, wekî mecalên sîyasî ji alîyê hevalkarê meda bi temamî nayêne xebitandinê? Belê, ez wî cûreyî hesab dikim. Meriv dikare zêdetir mecala bide xebatê ku pirs bê helkirinê”,- Alên Sîmonyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button