SerekeSîyasî

Serokê Herêma Kurdistanê: birîyarên yekalî zîyanê didine proseya sîyasî û pêşeroja welêt

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nava elametîya xweda eşaretî  daye wekî birîyarên hevraqayîlnekirî, yên girêdayî byûcêya fêdêralva tenê dikarin zîyanê bidine pêrspêktîvên hevkarîyê û pêşeroja Îraqê bikine bin qezîyayê.

“Mixabin, wextê gotûbêjkirinên li parlamêntê, hinek parlamêntvana di derbarê maf û desthilatên Kurdistanê, usa jî hindava têrîtorîyayên hevraqayîlnekirî nêzîkbûna rast nedane kifşê. Çi ku qewimî, ne gorî prînsîpên qaîlîya sîyasîye û ev cûrê xebatê bona proseya sîyasî, hal û pêşeroja Îraqê qulix nake”,- Nêçîrvan Barzanî gotîye.

Ewî bang kirîye ku nava birîyarada bibin yek û bangî hemû partîyayên li  welêt kirîye, ku hevraqayîlnebûna bidine helkirinê, boy temamîya cimetê. Serokê herêmê usa jî eşaretî daye, wekî hevraqayîlnebûnên di navbera partîyayên kurdada wê zîyanê bidine statûsa Kurdistanêye konstîtûsîyon.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button