H’emû nûçeSereke

Bona navçîgara tabîya Ermenîstanê  femdarîye wekî derheqa korîdorêda xeberdan nikare hebe: Xandanyan

Ermenîstanê tu cara wê dora dayîna korîdorê bona Adirbêcanê hevraxeberdana derbaz neke: gotina “Korîdora Laçînê” bona Ermenîstanê têma girtîye.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda serokê komîsîya parlamêntê, ya pêwandîyên der, Sargîs Xandanyan gotîye, dema ku ewî derheqa elametîya serokê Adirbêcanêda xeberdaye, ku vekirina wa gotî “Korîdora Zangêzûrê” eseîye.

“Têma derheqa gotina “Korîdora Laçînê” bona Ermenîstanê girtîye.Ev  yek bona wan alîya jî eyane û femdarîye, yên ku nava hevraxeberdanada navçîgarîyê dikin”,- Xandanyan gotîye û serda zêde kirîye wekî têma derheqa korîdora nava Ermenîstanêra tune û nikare hebe, Ermenîstanê tu cara dora wê yekê hevraxeberdana pêk neyne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button