Civaka navneteweyî gerekê gavên anegor bona kirina vî cûreyî biavêje: Mîrzoyan derheqa agrêsîya Adirbêcanêda

Ermenîstan û civaka navneteweyî gerekê gavên anegor hindava kirinên Adirbêcanê, yên li ser sînorên Ermenîstanê biavêjin.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li parlamêntê gotîye.
“Tiştê veşartinê nîne, wekî li rex hevraxeberdana Adirbêcan her dem dicêribîne bi xebitandina qewatê hevraxeberdana bide teribandinê û Ermenîstanê wan tişta borcdarke, kîjana ew dixweze.Ez zanim, wekî ev kirina wîye ewlin û ya dawî nîne.Hindava van kirinên Adirbêcanê, Ermenîstan û civaka navneteweyî gerekê gavên anegor biavêjin, yan em gerekê hevraxeberdana pêk bînin, yan jî heger qewatê didine xebatê, wî çaxî sîyaseta vî cûreyî bona me ya qebûlkirinê nîne.Em hêvîdarin, wekî ev yek usa jî bona civaka navneteweyî tiştê qebûlkirinê nîne”,- Mîrzoyan gotîye.







