H’emû nûçeSereke

Paşînyan û Ovêrçûk pirsên derheqa dasekinandina rîya hesinî, usa jî yên derheqa kontrola sînor û gumrikê gotûbêj kirine

Nîkol Paşînyanê serokwezîr cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk qebûl kirîye. Becşdarî wê hevdîtinê bûye usa jî cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan.

Serokwezîr daye dîyarkirinê, wekî rojeva pêwandîyên ermenîya-rûsa tijîbûîye û alî  li ser mîyaserkirina xala 9 a, ya elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î dixebitin. “Eyane wekî em hewaskarin ku hemû tevgirêdanên li herêmê, yên transportê û êkonomîkî bêne vekirinê, li ser bingeha serbixwetîyê, nava kîjanara ew sîstêm dikarin derbazbin. Ez hêvîdarim, wekî emê hinek pirsa gotûbêj bikin û ez şame ku rastî  We hatime”,- serokwezîr gotîye.

Alêksêy Ovêrçûk daye dîyarkirinê, wekî li Soçîyê van roja hevdîtina serokwezîrên Ermenîstanê û Rûsîyayê pêk hatîye û hevkarîya dualî bi açixî pêşda diçe.

Piştî wê yekê xeberdan derheqa vekirina rêyên transportê û êkonomîkîda, yên li Qafqasîya Başûr çûye.

Nava wê hemtêkstêda Nîkol Paşînyan û Alêksêy Ovêrçûk pirsên derheqa  dasekinandina rîya hesinî û usa jî yên derheqa mîyaserkirina kontrolkirina sînora û gumrikê hatine gotûbêjkirinê.

Berî hevdîtina tevî serokwezîr, cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê rastî cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan hatîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button