H’emû nûçeSereke

Heykelên ermenîye li Qerebagê bi temamî li ber wêranbûna sekinîne: baylozê  Ermenîstanê wextê hevdîtina Organîzeya Netewên Yekbkûyî

Wekîlê Ermenîstanêyî li Organîzeya  Netewên Yekbûyî Mihêr Margaryan wextê hevdîtina sereke, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî bi axaftin pêşda hatîye, ya ku bi rojeva “Kûltûra aşîtîyê” pêk hatîye.

“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî wekîlê Ermenîstanê wextê axaftina xwe derheqa qezîyayên xebera qebûlnekirinê û hiznekirinê daye dîyarkirinê.Bi silavkirina bernama stratêcîya organîzeyê, ya dijî xebera hiznekirinê, ewî bang kirîye ku gerekê  pêşîya komkujîya bigrin û wê cabdarîyê biparêzin, ya ku wan kirina dide kifşê, yên ku bona mîyaserkirina barbarîya qezîyane.

Li gorî înformasîyonê, Margaryan usa jî derheqa rola YÛNÊSKO ê da xeberdaye.Wekîlê Ermenîstanê daye dîyarkirinê,wekî li Qerebagê heykelên ermenîye mesîhîtîyê li ber qezîya tunebûnê sekinîne û çawa mesele hema tunekirina mîrata ermenîye li Nexçêvanê anîye ber çeva, li kîderê heykelên ji alîyê Adirbêcanêda hatine tunekirinê.

Hatîye dîyarkirinê, wekî Margaryanê bayloz gotîye, wekî Ermenîstan çendik-çend cara berbirî YÛNÊSKO  ê bûye ku mîsîyayê bişînine Qerebagê û dor-berên wê, bona ku piştgirîyê bidine parastina mîrata herêmêye çandî, feqet cedandinên organîzeyên navneteweyî ji alîyê Adirbêcanêda tên pêşîgirtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button