H’emû nûçeSereke

Li gorî hesabkirinên hatina mîgrantaye ji Rûsîyayê, Ermenîstan dikeve nava sê welatên ewlin: wezîrê fînansa

Hukumata Ermenîstanê werguhastina mîyaser dike û qulixdarîyên cûre-cûre raberî civakê dike û nava wanda usa jî pirsa ewlehkarîyêye. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî fînansa Vahê Hovhavnîsyan wextê gotûbêjkirina byûcêyê li parlamêntê gotîye.

Bi gotina wezîr, nenihêrî wê yekê, wekî pirsgirêkên ewlehkarîyê û locîstîkî hene, Ermenîstan bona jîyanê cîhekî başe, bi tabetî bona şuxulkarîya efrandarîyê. “Dereca ruşetxwerinêye nimiz, dereca kardarîya sîstêma serkarîkirina dewletê, goveka bacdayînye baş, sîstêma fînansîye qewîn û dîsa faktorên başqe guhdarîya bi hezara  tûrîsta kişandine ser welatê me, nava kîjanadanin usa jî mîgrantên rûs”,- Hovhannîsyan gotîye.

Bi gotina wî, nava wî hemû tiştîda rola xebata hukumatêye herroje mezine. Bi gotina wezîr, li gorî hesaba, ji alîyê hatina mîgranta, Ermenîstan dikeve nava sê welatên ewlin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button