H’emû nûçeSereke

Adirbêcan provokasîyayên nû amade dike: Êdmon Marûkyan

Baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdmorn Marûkyan gotîye wekî Adirbêcan dijî Ermenîstanê provokasîyayên nû amade dike û bona wê yekê bingeha înformasîyon çê dike, înformasîyayên nerast belav dike ku giva hêzên  Ermenîstanê rêjîma agirbestê diteribînin. Derheqa wê yekêda Marûkyan rûpelê xweyî Twittere da nivîsîye.

“Nava temamîya meha hezîranêda wezîreta Adirbêcanêye parastinê neh elametî belav  kirine ku giva hêzên Ermenstanê agir barandine.Ev hemû  elametîyên wezîreta Adirbêcanêye parastinê derew bûn û meremê wan tenê ew bû, ku bingeha înformasîyon amade bikin bona ku agrêsîya û êrîşa  dijî axa Ermenîstana serbest msîyaserkin. Piştî 10 ê hezîranê ev elametî diha sert bû û ew yek dide kifşê, wekî Adirbêcan provokasîyayên nû  amade dike.Ev tabîya Adirbêcanê karê nade hevraxeberdanên edil û gerekê ji alîyê civaka navneteweyîda ew yek bê kontrolkirinê, bona ku vê armanca Adirbêcanê bidine pêşîgirtinê”,- Marûkyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button