Aşîtîparêzên rûs çûyîn-hatina bi korîdora Laçînê nadine çareserkirinê û serbara serda jî rêberîya ala Adirbêcanê dikin: Alêksanyan

Bes nîne, wekî aşîtîparêzên rûs çûyîn-hatina bi korîdora Laçînê nadine çareserkirinê, ew serbara serda jî rêberîya ala Adirbêcanê dikin. Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna bi têlêvîzîsîyona Civakî, parlamêntvanê ji fraksîya “Peymana svîl” Vahagin Alêksanyan gotîye.
“Pirsgirêka mezine wekî korîdora Laçînê gerekê bin kontrola rûsîdabûya, li wir posta Adirbêcanê hatîye danînê û pêra jî rûs rêberîya azêrîya dikin, ku ew ala xwe daynin. Li gorî dokûmênta 9 ê mijdarê ew post gerekê tunebûya û Rûsîya gerekê çûyîn-hatina bi korîdorê bida çareserkirinê. Pirsgirêkên tevî aşîtîparêza hene û ser wanda yek jî zêde bû”,-Alêksanyan gotîye.
“Bi gotina Vahagin Alêksanyan opozîsîya ne ku rûyê halê dewletêyî hundurda aktîv dibe, lê wê yekê hêzên ji der teşkîl dikin.







