H’emû nûçeSereke

Girêdayî bûyara ku nêzîkî pira Hekarîyê qewimîbû, Ermenîstanê nerazîbûna xwe raberî baylozê Rûsîyayê kirîye: wezîreta karên der /vîdêyo/

 16 ê hezîranê li wezîreta Ermentstanêye karên der hevdîtina tevî baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanêyî Sêrgêy Kopîrkîn derbaz bûye, wextê kîjanê Ermenîstanê nerazîbûna xwe girêdayî wê bûyarêra raber kirîye, ya ku li ser pira Hekarîyê qewimîye û aşîtîparêzên rûs jî li wir bûne. Derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê gotîye, dema ku ewê daye dîyarkirinê, ku baylozê Rûsîyayê bona çi çûbû wezîreta karên der.

Badalyanê daye dîyarkirinê, wekî girêdayî wê bûyarêra Ermenîstanê nerazîbûna xwe raberî baylozê Rûsîyayê kirîye.

Em bêjin, wekî 16 ê hezîranê komeke sînorxweykirên Adirbêcanê cêribandîye pêşda bê, ku li ser axa Ermenîstanê ala Adiribêcanê daynin. Alîyê ermenî gavên anegor avîtine û pêşîya wê cêribandinê hatîye girtinê.

Vîdyoyêda dîyare, ku çawa leşkerên azêrî, bi rêberîya aşîtîparêzên rûs, dicêribînin ala Adirbêcanê daynin  ser pira Hekarîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button