H’emû nûçeSereke

Parlamêntvanên Avropayê wê li Ermenîstanê biqesidin ku halê ewlehkarîyê û şuxulkarîya mîsîya Avropayê qîmetkin

Ji 19 a hetanî 22 ê hezîranê dêlêgasîyona parlamênta Avropayê, ya komîsîya ewlehkarîyê û parastinê wê li Ermenîstanêbe.

Nava elametîya belavkirîda hatîye dîyarkirinê, wekî meremê seredanêyî hîmlî ewe, ku halê ewlehkarîyêyî li Ermenîstanê, pêvajoya normalkirina pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, usa jî şuxulkarîya Yekîtîya Avropayêye sîvîl, ya ku meha sibatêda li Ermenîstanê destpê bûye, qîmetkin.

Dêlêgasîyayê rastî hukumata Ermenîstanê, wekîlên orgnanên qanûndar, usa jî baylozên welatên Yekîtîya Avropayê bê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button