Şiroçîyê amêrîkî piştî êrîşa ser fabrîkî amêrîkî bang dike, ku sanksîya dijî Adirbêcanê bidine xebitandinê

Şiroçîyê înstîtûta amêrîkî Maykl Rûbîn derheqa wê bûyarêda xeberdaye, ya ku çend roj pêşda li Yêrasxê qewimîbû, dema ku hêzên Adirbêcanê agir barandibûne ser wê fabrîkayê, ya ku bi învêstîyayên amêrîkî hatîye vekirinê.Wî çaxî du welatîyên Hindistanê birîndar bibûn.Miqala ku hatîye amadekirinê, vî cûreyî hatîye navkirinê: “Êrîşa Adirbêcanêye ser kompanîya amêrîkî gerekê dawîya paşdasekinandina ji sanksîya bîne”.
“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî şiroçîyê amêrîkî dinivîse, ku êrîşa bêyî menî du pirsa dide kifşê.
“Ya ewlin ewe, wekî Adirbêcan ji opêrasîyonên leşkerî paşda sekinîye, lê ew hêzên xwe bona têrorê dîsa dide xebatê. Ya duem jî ewe, wekî Adirbêcan dikare pirsên dora Qerebarê çawa menî bide xebatê, lê hedefa wê hema Ermenîstane. Yêrasx axa Ermenîstanêye”,- Rûbîn nivîsîye û derheqa êrîşa Bekûêye ser Cêrmûkê û dagirkirina hinek beşên axa Ermenîstanê bîr anîye.
Maykl Rûbîn bangî admînîstrasîya Co Baydên dike, ku hemû cûrên piştgirîyê, yên bona Adirbêcanê bidine sekinandinê.







