
Cîgirê serokê koma xebatê, ya komîsîya Adirbêcanêye pirsên dîlên leşkerî û merivên bêser-berate undabûyî Êldar Samêdov ermenî nava kuştinên azêrîyaye bi massayî gunehkar kirine.
Bi gotina wî, “Sala 2020 î, piştî îmzekirina elametîya sêalî, ya di navbera Adirbêcanê, Rûsîyayê û Ermenîstanêda, hetanî roja îroyîn cinyazên 400 welatîyên Adirbêcanê hatine dîtinê”. “Li gorî înformasîyayên me, li wî cîyî tevî leşkerên azêrî usa jî binelîyên edil hatine kuştinê”,- Samêdov gotîye.
Em bêjin, wekî Bekû carina derheqa dîtina “megberên tevayîda” elam dike. Gilî derheqa megberên berî 30 salîdane, heger ew hene.Ew yek îzinê dide azêrîya, ku bêyî lêkolîna bêje wekî ew cinyazên azêrîyane û pêra jî bêjin wekî welatîyên wanin û ermenîya jî nava kuştina azêrîyada gunehkarkin.







