SerekeSîyasî

Serokwezîr: qedirgirtina konstîtûsîya  Îraqê garantîya qewînbûnê û parastina mafê cimetaye tek-tenêye

Serokwezîrê Kurdistana Îraqê Mesrûr Barzanî bangî desthilatdarîya fêdêral kirîye ku konstîtûsîya welêt xweykin û daye dîyarkirinê, wekî mafê Kurdistanê tenê ew nîne, ku miaşê bidin.

“Ez didime dîyarkirinê, wekî garantîya qewînbûnê û parastina hemû miletên li Îraqê xweykirina konstîtûsîyayêye. Hemû cimetên li Kurdistanê rastî paqijkirinên êtnîkî hatine, nava wanda usa jî Enfal, bombebarandinên kîmîyayî, zeftkirina erd, cîşihitandinên bi destê zorê. Bo wê yekê jî em dicedînin, ku bona  van neheqîya li gorî konstîtûsîyayê kompênsasîya bêne dayînê”,- Mesrûr Barzanî gotîye.

“Pirsgirêka me tenê pirsên fînansîva girêdayî nîne.Piranîya mafên meye konstîtûsîyon hatine teribandinê. Mesele, fêrmêrên kurd û tirkmên li Kirkûkê û li nehîyên dor-bera rastî pirsgirêka tên. Axa wan ji wan tê stendinê. Nenihêrî wê yekê, ew dixwezin mafên me bidine kêmkirinê û werguhêzî pirsên fînansî û dayîna miaşê bikin”,-serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button