Xwestina Ermenîstanê tune ku êrîşê bibe ser Adirbêcanê, me tenê pirsa xweparastinê danîye pêşîya xwe:Vahagin Xaçatûryan

Em nava wedê hinekî dijwarda dijîn, lê ew yek nade kifşê, ku em gerekê nerazîbûna xwe bidine kifşê, lê em gerekê bifikirin û em bi xwe xweparastinê bidine bilindkirinê, xebatên qewînkirina ewlehkarîyê mîyaserkin. Derheqa wê yekêda, wextê hevdîtina tevî wekîlên dîyaspora ermenî, ya li Almanîyayê, serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan gotîye.
“Nava qewilên wî cûreyîda me karibûye hal bidine qewînkirinê, nenihêrî wê yekê, wekî Adirbêcan provokasîyayen cûre-cûre mîyaser dike. Adirbêcan dibêje wekî alîyê ermenîya agir dike, lê ew yek ne anegorî rastîyêye, çimkî Komara Ermenîstanê naxweze êrîşke, ne jî fikira wê êrîşê heye.
Me pirsa îzbatkirina pêwandîyên tevî cînara danîye pêşîya xwe û tenê pirsa xweparastinê pêşda kişandîye.Pirseke hukumatêye hîmlî jî ewe, ku sîstêma parastinê û stratêcî biguhêrin, werguhastina bikine nava esker ku bikaribin esker bikine yê wedê niha”,- Vahagin Xaçatûryan gotîye.







