H’emû nûçeSereke

Komîsîya parlamêntê ya ku halê şerê 44 roje gotûbêj dike, wê 27 ê hezîranê xebata xwe berdewamke

Komîsîya parlamêntê ya ku halê şerê 44 roje gotûbêj dike, ya bi beşdarîya Nîkol Paşînyanê serokwezîr, wê 27 ê hezîranê xebata xwe berdewamke.Parlamêntvan wê pirsa bidine serokwezîr.

“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî wextê civîna komîsîyayê, serokwezîrê Ermenîstanê raporta sê sehetê raber kirîye. Piştî raberkirina raportê, serokê komîsîyayê Andranîk Koçaryan gotîye ku civînê 27 ê hezîranê berdewambe.

“Piştî axaftina îroyîn, gelek pirs pêşda hatin, kîjana emê bikine  nava rêjîma pirsdayînê. Lê heger ew yek nebe, emê bi rêjîma derdadayî berdewamkin”,- Koçaryan gotîye.

Nîkol Paşînyan jî sirîya xweda gotîye ku ewê bersiva hemû pirsa vekirî bide.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button