Bi dîyaloga tevî Yekîtîya Avropayê û ŞAY, usa jî xebata tevî Rûsîyayê, Ermenîstan dicedîne êkonomîkayê ji sanksîya dûr bihêle: cîgirê wezîrê karên der gotîye POLITICO ê

Rûyê opêrasîyonên leşkerîye li Ûkraînayê, Yekîtîya Avropayê dijî Moskvayê deh desteyên êmbargoya pêşda kişandîye.Zûtirekê ya 11 a wê bê pêşdakişandinê, nava doranên kîjanêda Yekîtîya Avropayê têra dibîne bi cûrê berk kontrolke ku dora sanksîyara derbaz nebin. Ermenîstanê û Qazaxstanê soz dane ku kirîn- firotana têknîka leşkerî û eşîyayên mayîn hinekî bidine kurtkirinê, bona ku ji êmbargoyê dûr bimînin.Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Mnasakan Safaryan gotîye POLITICO ê.
Çapemenîyê daye dîyarkirinê, wekî çawa endama Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî, deranîn û anîna eşîyaye aza bona Ermenîstanê dijwar dibe.
“Nenihêrî wê yekê, wekî Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî garantîya birin-anîna aza dide, lê em nikarin bi çûyîna dora sanksîyara bikevine bin êmbargoyê”,- Safaryan gotîye.
“Em gelekî nerihetin, wekî em heger bikevine bin sanksîya ew yek bê li ser êkonomîka me tehsîrke û halekî xirab wê pêşda bê”,- cîgirê wezîrê karên der gotîye.
Ermenîstanê niha hildaye ser xwe ku tevî Yekîtîya Avropayê û Ştatên Yekbûyî bixebite bona ku kirîn-frotana “Eşîyayên bi rîskê” bidine qedexekirinê.







