H’emû nûçeSereke
Hevdîtina sêalî, ya cîgirên serokwezîrên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanê wê pêk bê: Mihêr Grîgoryan

Hevdîtina nû, ya cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan, cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk û cîgirê serokwezîrê Adirbêcanê Şahîn Mistefayêv wê pêk bê, lê wedê hevdîtinê hê eyan nîne.Derheqa wê yekêda cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan gotîye rojnamevana.
“Ez bawarim, wekî hevdîtina sêalî wê pêk bê, lê girêdayî wedera hê pevketin tune”,- Grîgoryan gotîye.
Çawa bersiva wê pirsê, ku meriv dikare bi temamî bêje, wekî rêyên nava Ermenîstanêra wê bi qanûndarîya Ermenîstanê bêne kontrolkirinê, Grîgoryan gotîye wekî wê usa jî hebe û ewî gotîye wekî çendik-çend cara pêşda derheqa wê yekêda gotîye.







