H’emû nûçeSereke

Konsêsûsa girîng heye, wekî pêvajoya vekirina rîya bi xebitandina rîya hesinî, ya Yêrasx-Horadîz destpê dibe: cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê

Wextê qisa tevî rojnamevana, ya li parlamêntê, cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan derheqa wê elametîya cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûkda xeberdaye û daye dîyarkirinê, wekî koma sêalî, ya Ermenîstan-Adirbêcan-Rûsîya, girêdayî pirsa vekirina rîyara, gihîştîye qayîlîya girîng.

“Konsêsûsa girîng heye, wekî pêvajoya vekirina rîya bi xebitandina rîya hesinî, ya Yêrasx-Horadîz destpê dibe, û ez difikirim, wekî ew yek girînge, çimkî tiştekî konkrête û femdarîye, ku dora çi xeberdan diçe. Ez difikirim, wekî femdarîya dawî heye, wekî helkirina pirsgirêkê gerekê bin kontrola wan welatada bê mîyaserkirinê, nava kîjanara rîya hesinî wê derbazbe”,- Grîgoryan gotîye û serda zêde kirîye, wekî dora pirsên mayîn ewê bi hûrgilî nebêje, çimkî konsêsûsa dawî tune.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button