Bona çi aşîtîparêzên Rûsîyayê beşdarî kirina Adirbêcanê bûne: wezîreta karên der derheqa bûyara 15 ê hezîranêye li ber pira Hekarîyê daye dîyarkirinê

Berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der bersiva pirsên rojnamevana daye, yên ku girêdayî bûne bûyara 15 ê hezîranêra.
Çawa bersiva şirovekirina wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Anî Badalyanê gotîye:
1.Bûyara 15 ê hezîranê ne ku li korîdora Laçînê qewimîye, çawa ku wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der daye dîyarkirinê, lê ew yek li alîyê pira Hekarîyêye, ser axa Ermenîstanê qewimîye.
2. Nava şirovekirina alîyê rûsîda wekî mayîn tê gotinê. Heger rûyê tunebûna xeta sînorê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda nikarin zelal bêjin, ku sînor kîderêra derbaz dibe û ewe menîya pirsgirêka, çawa ku wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der dibêje, wî çaxî pirs pêşda tê, ku li ser çi hîmî û kîjan prînsîpê li vî alî pirayê al tê danînê. Em bêjin, wekî Adirbêcan bi xwe jî vê têzê diwekilîne, dema ku ew li ser sînorên tevî Ermenîstanê agrêsîyayê mîyaser dike.
3.Zelal nîne ku bona çi aşîtîparêzên Rûsîyayê beşdarî wê yekê dibûn, dema ku ew armanc yan jî cîhê wê bûyarê ji dorana aşîtîparêza der bû.Em bîr tînin, wekî li wê beşê, tenê korîdora Laçînêye pênckîlomêtirê bin kontrola aşîtîparêzêdanin.
4. Ji 15 ê hezîranêda alîyê azêrîya korîdora Laçînê bi temamî daye girtinê, nava encamê kîjanêda eşîyayên pêwîst cîguhastî Arsaxê bikin.
Dawîyê ewê bang kirîye, ku dewsa xweafûkirinê, gerekê her alîk borcdarîyên xwe biqedîne.







