H’emû nûçeSereke

Elametîya wezîrê Adirbêcanêyî karên der zîyanê dide hema xût Adirbêcanê, ew yek xwexapandine: serokê parlamênta Ermenîstanê

Pirsa maf û ewlehkarîya ermenîyên li Qerebagê girînge, çimkî ew pirs nikare bê bîrkirinê. Heger cûrekî mayînbe, pirsgirêk wê hel nebe. Çawa ku “Armênprêss” ê ragîhandîye,  derheqa wê yekêda Alên Sîmonyan gotîye  rojnamevana û  derheqa elametîya wezîrê Adirbêcanêyî karên derda xeberdaye, bi kîjanê Bayramov gotibû, wekî Adirbêcan dayîna garantîyayên bona ewlehkarîya 120 000 ermenîyên li Qerebagê înkar dike.

“Ez difikirim, wekî ew elametî hema xût zîyanê dide alîyê Adirbêcanê. Heger usa biqewime, pirsgirêk wê hel nebe. Ez hêvîdarim, wekî nava êtapekêda wê bêne ser wê pirsê”,- Sîmonyan gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê, ku gelo Adirbêcanê bona dîyaloga Bekûyê û Stêpanakêrtê qayîlbe, yan na, Alên Sîmonyan gotîye, wekî pirsa maf û ewlehkarîya ermenîyên li Qerebagê gelekî girînge, çimkî ew pirs nikare bê bîrkirinê û ew yek xwexapandine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button