H’emû nûçeSereke
Ji hevraxeberdanên Mîrzoyan-Bayramov meriv dikare hîvîya pêşkeftinêbe: serokê parlamêntê

Ji hevraxeberdanên wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov, yên ku wê li Waşîngtonê pêk bên, meriv dikare hîvîya pêşkeftinêbe. Derheqa wê yekêda serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan gotîye rojnamevana.
“Meriv dikare ji wan hevraxeberdana hîvîya pêşkeftinêbe, çimkî gerekê bêjin wekî hevraxeberdan gelekî bi întênsîvî pêşda diçin û pêşnîyar, gotûêjkirin ji herdu alîya jî fayde didin”,- Sîmonyan gotîye.







