
Çawa bersiva wê pirsê, ku ewê çawa serhildana leşkerî ya li Rûsîyayê şirove bike, Êmîl Ordûxanyanê sîyasîzan gotîye wekî 25 000 leşker berbi Moskvayê diçûn û tenê bi beşdarîya Lûkaşênko agirbest hate destanînê. “Me dît, wekî Prîgojîn bi eskerê xweye şexsî kete Rûsîyayê, çend bajar hildan, meriv kuştin û berbi Moskvayê çû. Pûtîn elam kir, wekî wê dijî Prîgojîn îş bê vekirinê û ewê bê cezakirinê, lê ew yek nebû. Ev yek dide kifşê, wekî neqewînbûna li Rûsîyayê werguhêzî prosêsa dijî desthilatdarîyê dibe.Vê serhildanê usa jî zeyîfbûna desthilatdarîyê da kifşê. Bi axaftina xweva Lûkaşênko deynê Krêmlê paşda vegerand. Roja îroyîn propaganda rûsî pesinê Lûkaşênko dide. Minê bigota, wekî pevçûyîna leşkerî, ya di navbera Prîgojîn û Pûtînda hatîye paşdaêxistinê. Ewê encamên bi qezîya bîne, lê Pûtînê bicêribîne koma “Vagnêr” bide belavkirinê”,- sîyasîzan gotîye.







