H’emû nûçeSereke

Bi gotina Paşînyan, meremê hinek bûyarên li ser xeta pêşin guhartina desthilatdarîyê bûye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan difikire, wekî wextê şerê 44 roje meremê hinek bûyara teşkîlkirina guhartina desthilatdarîya li Ermenîstanê bûye.Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê civîna komîsîya lêkolînkirina menîyên şerê sala 2020 î, gotîye.

“Gelek bûyarên girêdayî şêrra  hene, kîjana ez anîme ser wê fikirê, wekî  meremê wan teşkîlkirina desthilatdarîya li  Ermenîstanê bûye. Hetanî dawîya şêr jî min îzin nedaye xwe derheqa wê yekêda bifikirim. Feqet, pêşerojêda min cêrge bûyar lêkolîn kirine û ez  carina derheqa wê yekêda difikirim”,- Paşînyan gotîye.

Bi gotina serokwezîr ew fikir usa jî wextê bûyarên li Sotk-Xoznavarê pêşda hatîye, girêdayî kîjanara pirsên vî cûreyî hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button