Elamî min kirine, wekî hevkarên navneteweyî jî hesab kirine ku şerê neqewime: Paşînyan derheqa şerê 44 rojeda

Bi gotina serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, berî şerê 44 roje çend cara elamî wî kirine, wekî hevkarên navneteweyî jî hesab dikin ku şerê nebe û pêra jî bang dikin, wekî hêzên Ermenîstanê gerekê gavên konkrêt nevêjin bona ku şerê nû destpê nebe.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê civîna komîsîya lêkolînkirina menîyên şerê sala 2020 î, gotîye.
Krîstînê Pogosyana parlamêntvan pirs daye ku gelo cesûsîya welatê hevkar derheqa wê yekêda gotûbêj kirîye, yan na, wekî diqewime şer destpêbe.
Serokwezîr gotîye, wekî bi wê têmayê ewî gotûbêjkirin pêk neanîne. “Feqet çend cara elamî min kirine, wekî hevkarên navneteweyî jî hesab dikin, ku şerê nebe û bang kirine ku Ermenîstan gavên usa nevêje ku şer destpêbe”,-serokwezîr gotîye.
Paşînyan gotîye, wekî nava wê hemtêkstêda, çawa serokê sîyasî, bona wî pirsgirêk bûye ku emirke ku opêrasîyonên konkrêt bêne kirinê.
Ewî usa jî gotîye, wekî tîrmeha sala 2020 î li wezîreta parastinê şêwirdarî pêk hatîye.
“Emirkirina min ew bûye, wekî heger nîşanên destpêbûna şêr hebin, esker gerekê bişuxule. Min gotîye, wekî bona wê yekê jî pêwîstîya şêwirdarîyên sîyasî gerekê hebe”,- Paşînyan gotîye.







