Mîrzoyan û Blînkên dîyarkirina sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê, li ser hîmê dêklarasîya Alma Atayê û xerîta sala 1975 a, girîng hesab kirine

Wextê hevdîtina li Waşîngtonê,wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blînkên hatîye.
Çawa ku “Armênprês” ê ragîhandîye, wextê hevdîtinê pirsên derheqa ewlehkarî û qewînbûna li herêmê hatine gotûbêjkirinê. Xeberdan usa jî derheqa pêvajoya normalkirina pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda çûye.
Li gorî wê înformasîyonê Mîrzoyan û Blînkên dîyarkirina sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê, li ser hîmê dêklarasîya Alma Atayê û xerîta sala 1975 a, girîng hesab kirine.Hatîye dîyarkirinê, wekî esker gerekê paşda vekişin, lê bona cimeta Qerebagê jî maf û ewlehkarîya wê gerekê bêne çareserkirinê, bona ku li herêmê aşîtîya wededirêj îzbatbe.
Fikir dora vekirina rêyên transportêye li herêmê hatine pevguhartinê.
Hatîye dîyarkirinê, wekî Ararat Mîrzoyan usa jî derheqa krîzeya hûmanîtarîye li Qerebagê raber kirîye, ya ku rûyê girtina korîdora Laçînêda pêşda hatîye. Xeberdan usa jî derheqa dîlên ermenîye leşkerîda çûye.







