H’emû nûçeSereke
Îro roja 200 emîn ya ji alîye Adirbêcanêda dorpêçkirina li ser Arsaxêye

Şêwirmendê wezîrê dewletê Artak Bêglaryan li ser rûpela xwe ya facebookê nivîsîye, û cî bi cîkerên dorpêçkirina Arsaxê jî ji wê yekê matmayî man ku ermenîyên Arsaxê çiqas berxwedêr û biryardarin.
“Îro roja 200 emîn ya dorpêçkirina sûcên Adirbaycanê ya li ser Arsaxê ye. Li şûna ku ez biçim nav geşedanên berê û tiştên ku divê em bikin, ezê bi tenê bêjim ku, ez bawerim, nivîskar û cî bi cîkerên ablûqayê jî ji ber ku ermenî çiqas berxwedêr û biryardar, ecêbmayî man
Di vê serdema dîrokî de hêvîyên me yên sereke ewe ku em bi tenê nemînin û hemû gelê ermenî û dewleta Ermenîstanê piştgirîyê bidin têkoşîna me ya mafdar.
Bêyî Arsaxê Ermenîstan töne, bêyî Ermenîstana dayîk Arsax û Dîyaspora töne”,- nava nivîsarêda hatîye gotinê.







