Mîrzoyan wextê hevdîtina tevî Salîvan û Bayramov daye dîyarkirinê wekî gerekê ji alîyê Bekûyêda gefxwerinên bona xebitandina qewatê tunebin

Li paytextê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Waşîngtonê hevdîtina wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û şêwirmendê serokê Ştatên Yekbûyî, yê alîyê pirsên ewlehkarîyê Cêyk Salîvan pêk hatîye.Wextê hevdîtinê usa jî wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov amade bûye.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, nava hemtêksta gihîştina aşîtîyê û qewînbûnê, ya li Qafqasîya Başûr, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan derheqa girîngîya çareserkirina dîyarkirina sînora û paşdavekişandina eskerada daye dîyarkirinê. Xeberdan derheqa pirsên vekirina rêyên herêmêda çûye û hatîye gotinê, wekî ew yek gerekê li ser hîmê wekehevtîyê, serbixwetîyê bê mîyaserkirinê.
Li gorî wê kanîya înformasîyon, Mîrzoyan careke mayîn derheqa girîngîya maf û ewlehkarîya cimeta Qerebagê xeberdaye. Bi xeberdana derheqa agrêsîya rojekê pêşda, nava encamê kîjanêda 28 ê hezîranê çar meriv hatine kuştinê, Mîrzoyan gotîye, wekî kirinên wî cûreyî bona wê yekêne, ku pêvajoya hevraxeberdana bidine teribandinê û serda zêde kirîye, wekî pêwîste, ku gefxwerin û xebitandina qewatê tunebin. Mîrzoyan gotîye, wekî ew yek rûyê girtina korîdora Laçînêda qewimîye û ev hemû tişt bona li Qerebagê paqijkirinên êtnîkî tê kirinê.







