H’emû nûçeSereke

Serokatîya Adirbêcanê bi kirinên xweye komkuj dicedîne bighîje wê yekê, ku li Arsaxê ermenî nemînin: parlamênta Arsaxê berbirî civaka navneteweyî dibe

Serokatîya Adirbêcanêye leşkerî- sîyasî bi kirinên xweye komkujva dicedîne bighîje meremê xweyî hîmlî, bona ku li Arsaxê ermenî nemînin. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda nava elametîya parlamênta Arsaxêda hatîye dîyarkirinê.

“Hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî careke mayîn, bi teribandina elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î, rêjîma agirbestêye li Qerebagê teribandine û şeva 27-28 ê hezîranê bi sîlihên cûre-cûre agir barandine ser axa Komara Arsaxê, rûyê çida çar welatîyên me hatine kuştinê.

Nava qewilên dorgirtina Arsaxêda, bi xebitandina mecalên artîlêrîyayê û dirona, kuştina welatîyên Komara Arsaxê şedetîya wê yekê dide, wekî serokatîya Adirbêcanêye leşkerî- sîyasî bang û qirarên sîstêmên navneteweyî hesab hilnade û bi veşartina meremê xwe, bin perda rojevên aşîtîyê û dîyalogê, bi kirinên xweye komkujva dicedîne bighîje meremê xweyî hîmlî, valakirina Arsaxê.

Tiştekî balkêşe, wekî kirinên Adirbêcanêye vî cûreyî, mînanî yên pêşda mîyaserkirî hema wî çaxî diqewimin, dema ku li Waşîngtonê hevraxeberdanên wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên  der dora pirsên îzbatkirina aşîtîyê pêk tên.

Em vê yekêva girêdayî nerihetin û ji navê cimeta Arsaxê berbirî we dibin:

. Şêwira ewlehkarîyê ya Organîzeya Netewên Yekbûyî, serokên welatên hemsedirên koma Mînskêra bi gavên konkrêt bêne avîtinê, bi taybetî dijî Adirbêcanê sanksîya bêne xebitandinê, bona ku gavên wêye agrêsîv bêne zeftkirinê.Şuxulkarîya bi standartên ducûre, Adirbêcanê diha aktîv dike û ew gavên wî cûreyî diavêje.

.  Bona Fêdêrasîyona Rûsîyayê bona ku nava dorana mîsîya aşîtîparêzîyêda gavên diha hişk dijî wan kirinên Adirbêcanê bêne avîtinê.

. Bo dêlêgasîya Ermenîstanêye li Waşîngtonê, bo ku hevraxeberdana bidine sekinandinê, hetanî ku li ser xeta pêşin û li ser sînorên Ermenîstanê rêjîma agirbestê îzbatbe. Heger usa nebe ew yek wê bide kifşê, ku Adirbêcan rûyê wê tabîyêda diha aktîv dibe.

Em li ber bîranîna çar welatîyên xwe bejina xwe ditewînin, em amadene karê wanî pîroz berdewam bikin”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button