H’emû nûçeSereke
Ermenîstan li dinîyayê dikeve nava cêrga wan welata, li kîderê sîstêmên tevê hatine cîhwarkirinê: Sanosyan

Ermenîstan li dinîyayê dikeve nava cêrga wan welatên pêşinda, li kîderê sîstêmên tevê hatine cîhwarkirinê. Derheqa wê yekêda wezîrê serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma Gnêl Sanosyan wextê civîna hukumatê gotîye.
“Bi gilîkî, roja îroyîn Ermenîstan dikeve nava cêrga wan welatên pêşin, li kîderê sîstêmên tevê gelek hatine cîhwarkirinê. Li welatê me ênêrgêtîka tevê gelekî lez pêşda diçe û roja îroyîn ew sîstêmên tevê bi qewata xwe ji stansîya atomî zêdetirin, wekî hevkarên goveka ênêrgêtîkî pêşnîyar dikin, ku wê pirsê gotûbêj bikin û wê yekê hesab hildin, wekî ew yek tehsîra xwe li ser serkarîkirina balansa sîstêma ênêrgêtîkî dike”,- Sanosyan gotîye.







