Yêrêvana fermî eşkere kir ku wezîrên karên der yên Ermenîstan û Adirbaycanê li ser kîjan mijarên sereke xebatên xwe bidomînin

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov 27-29 ê hezîranê li navenda Corc Şûls ya li Arlîngtonê ya perwerdehîyê ya karên dere neteweyî hevdîtina dualî pêk anîn.
Çawa ku “Armênpress”ê ragihandibû, wezîr û komên wan li ser pêşnûmeya peymana dualî ya “Derbarê avakirina aştî û têkilîyên navdewletî” de pêşkeftina xwe berdewam kirin. Wana li ser çend bendên din yên reşnivîsa rêkeftinê li hev kirin û pêşkeftin di têgihîştina hevdu de tomar kirin, di heman demê de bal kişandin ku helwestên li ser çend mijarên sereke hewcedarê karekî zêdetirin.
“Ji wan pirsa yek li ser mijarên xêzkirinêye ku pabendbûna li dora xerîta sala 1975 an destnîşan dike. Ya din jî vekişîna leşkeran ji sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê ye. Berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê gote rojnamevana, yek ji wan pirsan jî ew e ku di çarçoveya mêxanîzma navdewletî de maf û pirsgirêkên ewlehîyê yên gelê Qerebaxê bi rêk û pêk bên çareserkirin”.
Wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der soza berdewamkirina hevraxeberdana dan xuyakirin.







