
Îraq pêvajoyê amade dike ku êmîgrantê ku kopîya quranê li Swêdê şewitandibû, vegerînine Îraqê. Heger wî paşda vegerînine Îraqê, wî çaxî ewê cezayê girtina sê sala bistîne.
Hatîye dîyarkirinê, wekî heger Swêd ji wê yekê paşda bisekine, wî çaxî mafê Bexdayê heye, dijî Stokholmê îş pêşda bikişîne çawa teribandina konvênsîya navneteweyî. Roja pêncşemê baylozê Swêdê gazî wezîreta Îraqêye karên der kirine û nota protêstokirinê teslîmî wî kirine.







