H’emû nûçeSereke
Serokwezîr dêlêgasîya kompanîya Brîtanîyayê û Nîdêrlanada qebûl kirîye, ya ku wê li Ermenîstanê 25 cîhê dagirtina bênzînê çê bike

Nîkol Paşînyanê serokwezîr dêlêgasîya bi serkarîya cîgira serokê kompanîya Brîtanîyayê û Nîdêrlandaye Shell ê Cûana Kûênsbêrg qebûl kirîye.
Li gorî ragîhandina “Armênprêssê” ê serokwezîr hatina kompanîyayê, ya li sûka ermenî silav kirîye, kîjanê cîhê ewlin li Yêrêvanê daye vekirinê. Nîkol Paşînyan bi hêvîdarî gotîye, wekî kompanîyayê bi şuxulkarîya xwe wê cûrê çanda nû bike nava sûka ermenîye bîznêsê. Serokwezîr bo kompanîyayê açixî xwestine û daye dîyarkirinê, wekî hukumatê gavên anegor bona pêşxistina bîznêsê biavêje.







