H’emû nûçeSereke

Bona çêkirina bloka nû, ya stansîya atomî pêşnîyarên kompanîyayên ji welatên cuda-cuda tên lêkolînkirinê

Komîsîya bona çêkirina bloka nû, ya stansîya  Ermenîstanêye atomî pêşnîyarên ji alîyên kompanîyayên rûsî, amêrîkî, fransî û korêayîda lêkolîn dike. Derheqa wê yekêda serokê stansîya atomî Êdûard Martîrosyan li parlamêntê gotîye rojnamevana.

Bi gotina wî, bernamên tevî welatên cînar wê  îzinê bidin bijartinê bikin. “Ew dikare bibe bloka yan rûsî, yan ya amêrîkî, yan jî ya fransî, yan jî ya korêayî. Koma xebatê wê hemû tiştî lêkolîn bike”,- Martîrosyan gotîye.

Bloka nû, bi gotina Martîrosyan, wê hetanî sala 2036 a bê çêkirinê. Hetanî wî çaxî bloka kevin wê bişuxule.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button