H’emû nûçeSereke

Nexweşîya koronavîrûsê çawa li dinîyayê usa jî li Ermenîstanê ji destpêka sala 2023 a da carekêra kêm bûye

Ji destpêka sala 2023 a da nexweşîya koronavîrûsê carekêra kêm bûye. Nexweşî hê heye, lê organîzeya saxlemîxweykirinê, ya hemcîhanî dibêje, wekî van dawîya hejmara merivên nexweş û hejmara mirinê  carekêra kêm bûye.

Wextê hevpeyvîna tevî “Armênprêss” ê, seroka merkeza miletîyê, ya îdara nexweşîyên înfêksîyon Romêla Abovyanê gotîye, wekî li Ermenîstanê jî ew nexweşî kêm bûye.Ewê gotîye, wekî belavbûna nexweşîyê ji selefekê kêmtire. Bi gotina wê nava rojên dawîda wefatbûn tunebûne.

Li gorî hesabên  organîzeya saxlemîxweykirinê, ya hemcîhanî, ji 22 ê gulanê hetanî 18 ê hezîranê li dinîyayê mîlyonek 200 000 meriv nexweş ketine, lê 7100 meriv jî wefat bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button