
Tirkîyayê bona normalkirina pêwandîya çar qewil danîne pêşîya Sûrîyayê. Ew qewilên ku Enqerê danîne pêşîya Sûrîyayê evin:
1.Bi opêrasîyonên tevayî şerkarîya dijî têrorîzmê berdewam bikin,
2.Garantîya nivîsar, ya derheqa paşdavegerandina mihacirên Sûrîyayê,
3.Amadekirina konstîtûsîya nû,
4. Hilbijartinên miletîyê, bi beşdarîya hemû sûrîyanîyên li dinîyayê.
Receb Tayîb Êrdogan çendik-çend cara Beşer Esed berk gunehkar kirîye û bangî wî kirîye, ku ji qulixa xwe dûrkeve.
Bi wê yekêva tevayî van axirîya proseya normalkirina pêwandîyên Sûrîyayê û Tirkîyayê, ya bi beşdarîya Rûsîyayê û Îranê, destpê bûye.







