H’emû nûçeSereke

Adirbêcan eşkere gavên komkuj diavêje: Lîlît Galstyanê wextê civîna parlamênta Avropayê gotîye

Adirbêcan eşkere komkujîyê dide kifşê û binelîyên Qerebagê mecbûr dike ku ew malên xwe bihêlin û derkevin. Derheqa wê yekêda wextê civîna parlamênta Avropayê, Lîlît Galstana parlamêntvan gotîye.Civaka navneteweyî tu gava navêje, lê Adirbêcan û Tirkîya jî îdêolocîya pantûrkîzmê pêşda dibin, pêra jî mafê navneteweyî hesab hilnadin, parlamêntvanê gotîye.

“Mixabin, dijware ku optîmîzmê xweykin, dema ku hema du roj pêşda Elîyêv wekiland wekî Adirbêcan amade dibe projeya wa gotî “ Heyfhildan-3” mîyaserke.Guhdarîyê bidine ser wê yekê, wekî xebera hîmlî heyfhildane. Dijware optîmîmzê xweykin, dema ku serokê dêlêgasîya Adirbêcanê dicêribîne civîna parlamêntê bike nava şaşîyê.Ev hal bîranînên trajîk, yên komkujîya ermenîye  destpêka sedsala 20 î tîne ber çeva”,-Lîlît Galstyanê gotîye.

Parlamêntvana ermenî bangî civîna avropî kirîye ku gavên hişk dijî Adirbêcanê biavêjin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button