Civîna Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê hemû pêşnîyarên dêlêgasîya Ermenîstanê qebûl kirine

Civîna Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê hemû pêşnîyarên dêlêgasîya Ermenîstanê qebûl kirine.
Serokê dêlêgasîya Ermenîstanê Sargîs Xandanyan gotîye, wekî dokûmênta dawî ya civînêye sala 2023 a, dêklarasîya Vankûvêrê, bi dengdayînê cêrge hêzên girîng îzbat kirîye.
Civîn
. Bangî Adirbêcanê dike ku hêzên xwe ji axa Ermenîstana serbest derxe,
. Bang dike ku çûyîn-hatina meriva û eşîyaye aza bi korîdora Laçînê bê çareserkirinê,
. Birîyara mehkema navneteweyî, ya 22 ê sibata sala 2023 a mîyaserkin,
. Bangî Adirbêcanê dike, ku bi hevkarîya tevî civaka navneteweyî rojeva baş bi armanca garantîya maf û ewlehkarîya ermenîyên Qerebagê sazkin,
. Bang dike ku hemû dîlên li Adirbêcanê aza bêne berdanê û yazîyên wan merivên ku wextê dew û doza Qerebagê eyan nîne, bidine rastkirinê, mîrata herêmêye çandî biparêzin û piştgirîyê bidine pêvajoya paqijkirina.
. Berbirî Ermenîstanê û Adirbêcanê dibe, hevraxeberdana bona îmzekirina peymana aşîtîyê, li ser bingeha naskirina yekîtîya têrîtorîyayên hevdu,
. Cedandinên dîplomatî yên Ştatên Yekbûyî û Yekîtîya Avropayê silav dike, yên ku piştgirîyê didine dîyaloga Ermenîstanê û Adirbêcanê.







