H’emû nûçeSereke

Polonîya dîna xwe dide halê piştî şerê 44 roje û baş fem dike wekî kîjan welat aşîtîyê dixweze, lê kîjan naxweze: Dûda gotîye Alên Sîmonyan

Dêlêgasîya bi serkarîya serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan li Varşavayê ji alîyê serokê Polonîyayê Ancêy Dûdada hatîye qebûlkirinê.

Hatîye ragîhandinê, wekî Alên Sîmonyan bona hevdîtinê razalixî elam kirîye û gotîye wekî bona Ermenîstanê qîmetîyên dêmokratîk cîhê pêşindanin, lê qewînkirina wan tiştê herî girînge.

Alên Sîmonyan gotîye, wekî Yekîtîya Avropayê hevkara Ermenîstanêye pêşine, ya nava sazkirina înstîtûtên dêmokratîk û rojeva werguhastinada. Bi axaftina derheqa îzbatkirina aşîtîya li herêmê, serokê parlamêntê mîsîya Yekîtîya Avropayê girîng hesab kirîye. Ewî bi hûrgilî derheqa agrêsîya azêrîyada, krîzeya li Qerebagê xeberdaye.

Ancêy Dûda daye bawarkirinê ku di navbera Ermenîstanê û Polonîyayêda pêwandî pêşda herin.Dûdayê serok daye dîyarkirinê, wekî  herêma Qafqasîyayê bona wan girînge, bi taybetî pêşkeftina pêwandîyên tevî Ermenîstanê.Ancêy Dûda gotîye, wekî  ew dîna xwe didine halê piştî şerê 44 roje û haj pirsên ewlehkarîya herêmê hene, usa jî  baş fem dikin, ku kîjan welat aşîtîyê dixweze, lê kîjan naxweze.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button