H’emû nûçeSereke

Propaganda Adirbêcanêye dijî Fransîyayê bona wê yekêye ku qîmetkirinên ji alîyê welatên mayînda, yên derheqa  halê li Qerebagê  bidine sekinanlinê: serokwezîrê Ermenîstanê

Beşeke sîyaseta Adirbêcanê ya paqijkirinên êtnîkîye li Qerebagê usa jî hedefkirina wan welataye, yên ku qîmetên obyêktîv didine halê hûmanîtarîyî li Qerebagê û kirinên Adirbêcanê. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye.

“Wî alîda Adirbêcanê propaganda berfireh dijî Fransîyayê destpê kirîye, ji kîderê him bi fermî û him jî nava doranên civakîda kirinên Adirbêcanê tên qîmetkirinê, ya ku li Qerebagê gavên neqanûnî diavêje. Propaganda Adirbêcanêye dijî Fransîyayê bona wê yekêye ku qîmetkirinên ji alîyê welatên mayînda, yên derheqa halê li Qerebagê  bidine sekinanlinê. Ermenîstan gerekê sirîya xweda razalixîyê elamî Fransîyayê bike û gerekê hemû mecala bide xebatê, wekî diha zêde welat  û organîzeyên navneteweyî bi qîmetkirinên xweva, yên derheqa krîzeya li Qerebagê pêşda bên”,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button