H’emû nûçeSereke
Têksta peymana aşîtîyê, ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda bona îmzekirinê hê amade nîne

Pêşkeftina wextê hevraxeberdanên li Waşîngtonê, yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda nayê kifşê, lê hinek pêşkeftin heye.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê civîna hukumatê gotîye.
“Mîyaserkirina maf û ewlehkarîya ermenîyên Qerebagê, gerekê nava doranên mêxanîzmên dîyaloga Bekûyê û Stêpanakêrtê bê kirinê, lê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda gerekê peymana aşîtîyê bê îmzekirinê.Hevraxeberdanên Ermenîstanê û Adirbêcanêye van axirîyaye li Waşîngtonê pêşkeftinê nadine dîyarkirinê, lê hinek pêşkeftin heye. Pêşerojêda hevdîtina min ya tevî serokê Adirbêcanê wê li Bryûsêlê pêk bê. Mixabin, têksta peymana aşîtîyê, ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda hê amade nîne”,- Paşînyan gotîye.







