H’emû nûçeSereke
Wezîrê Arsaxêyî karên der gotûbêjkirina pirsa belavkirina eskerê parastinê nêzîkî aqila hesab nake

Wezîrê Arsaxêyî Arsaxêyî karên der Sêrgêy Gazaryan derheqa dewekarîya Adirbêcanêda xeberdaye, bi kîjanê dibêje ku gerekê esekrê Arsaxaêyî parastinê belavkin.
“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî Sêrgêy Gazaryan daye dîyarkirinê, ku merivên ku dew û doza Qerbagêra nasin, zanin wekî eskerê parastinê faktora here girîng, ya ewlehkarîya binelîyên Qerebagêye. “Bi dîtina wê yekê ku kirinên Adirbêcanêye agrêsîv berfireh dibin, ew yek nêzîkî aqila nîne ku pirsa belavkirina eskerê Arsaxê bê gotûbêjkirinê”,-Gazaryan gotîye.







