H’emû nûçeSereke

Adirbêcan dewê dike ku fabrîka hê venekirî  “ya ku  zîyanê dide êkologîyayê bidine girtinê”

Li Adirbêcanê navbirî dane propaganda dijî Fransîyayê û niha careke mayîn derbazî pirsên êkolocî bûne.

Vê carê jî êkologên azêrî nameke çendrûpelê ser navê serokwezîrê Ermenîstanê amade kirine, bi kîjanê dewê dikin ku cêrge îdara bidine girtinê. “Êkolog” ne tenê navên azêrî, yên cîh û warên ermenî didine xebatê, lê bi zanebûn rastîyê tevlîhev dikin û bi navên azêrî usa jî bajarên ermenîye mayîn didine dîyarkirinê.

“Êkologên” azêrî Ermenîstanê nava wê yekêda gunehkar dikin wekî li Ermenîstanê mêtalûrgîya qewînbûna êkolocî, ya temamîya herêma Qafqasîya Başûr dide teribandinê.

Nava wê navnîşêda 12 îdare hene. Dew tê kirinê, ku fabrîka Yêrasxê jî bidine sekinandinê, ya ku hê nehatîye çêkirinê.Hema li ser wê fabrîka ku tê çêkirinê, azêrî agir dikin, rûyê kîjanêda du welatîyên Hindistanê birîndar bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button