H’emû nûçeSereke

Tabîya wî cûreyî ya bêfikire û kuştina 120 000 ermenîyên Arsaxêye: Hambaryan derheqa elametîya bayloza ŞAY da

Serokê ofîsa komîsîya data Ermenî, ya li Amêrîkayê Aram Hambaryan derheqa elametîyên bayloza Ştatên Yekbûyîye li Ermenîstanê xeberdaye û admînîstrasîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî berk gunehkar kirîye, bi kîjana hatibû gotinê, wekî Ştatên Yekbûyî Arsaxê nava Adirbêcana dîktatorîda dibîne.

Ji ofîsa data Ermenî elam kirine, wekî Hambaryan tabîya wî cûreyî çawa gaveke bêfikir hesab kirîye û ew yek çawa kuştina 120 000 binelîyên  Arsaxêye ermenî qîmet kirîye. Serokê komîsîya data Ermenî daye dîyarkirinê, wekî tabîya wî cûreyîye tirsîyayî ne li gorî dewleta mînanî Amêrîkayêye, ya ku berbi rêberîya pirgovekêye navneteweyî dicedîne. Bi gotina wî, Ştatên Yekbûyî borcdarîyên moralî û navneteweyî hildane ser xwe ku  pêşîya paqijkirinên êtnîkî bidine girtinê. Kirinên Adirbêcanê hema şedetîya wê yekê didin, wekî ermenîyên li Arsaxê û yên  nehîyên nêzîkî sînorên Ermenîstanê li ber qezîya komkujîyê sekinîne.

Hambaryan derheqa wê yekêda jî xeberdaye, ku Ştatên Yekbûyî gava bona parastina Arsaxê navêje û rûyê wê yekêda usa dertê, wekî Ştatên Yekbûyî sîyaseta paqijkirinên êtnîkî, ya ji alîyê Adirbêcanêda diparêze.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button