Serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan wê li Îraqê biqeside, bona ku berdewamkirina deranîna nefta Kurdistana Îraqê gotûbêj bike.Derheqa wê yekêda borcbirê wezîrê rêsûrsên tebyetê, yê Kurdistana Îraqê Kemal Salih gotîye.
Wextê hevpeyvîna tevî kanala Kurdistan 24 ê, Kemal Salih gotîye, wekî hukumata Herêma Kurdistanê tevî wezîreta Îraqêye neftê peyman îmze kirîye û hîvîyêne wekî Êrdoganê bê Îraqê. Derheqa wedê seredanêda tu tişt nehatîye dîyarkirinê. Ewî usa jî serda zêde kirîye, wekî dêlêgasîya herêmê wê zûtirekê here Begdayê, bona ku gotûbêjkirina berdewam bike.