
Sêkrêtarê byûroya Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Fazil Mîranî wextê prêss-konfêransê derheqa hevdîtina tevî Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê xeberadye.
9 ê tîrmehê wekîlên Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê û Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk li Hewlêrê berev bûne, bona ku pirsên girêdayî hilbijartinên parlamêntîyêra gotûbêj bikin.
Mîranî daye dîyarkirinê, wekî Partîya Dêmokratîk her dem berjewandîyên cimeta Kurdistanê hesab hildane û amadebûna Yekîtîya Niştîmanê jî çawa têza sîyasî nayê înkarkirinê. Ewî gotîye, wekî sîyaset zanistîye û êmosîyayên şexsî nikarin serkarîkirina wê bikin. Mîranî serda zêde kirîye, wekî partîya Dêmokratîk bona dîyalogê vekirîye û wê pêşerojêda jî wê yekê berdewam bike.
Hatîye dîyarkirinê, wekî hevdîtina di navbera herdu partîyada piştî banga serokê Partîya Dêmokratîk Mesûd Barzanî pêk hatîye.







