H’emû nûçeSereke
Ermenîstanê û ŞAY mijarên hevkarîya parastinê gotûbêj kirine

Sekrêtarê konsêya Ermenîstanêye ewlekarîyê Armên Grîgoryan rastî alîkara wezîra Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîye parastinê Lora Kûpêrê hatîye
Bi ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda Armên Grîgoryan rûpelê xweyî facebook ê da nivîsîye.
“Wextê hevdîtinê me bi hevpeyamnîya xwe re li ser pêkanîna bernameyên perwerdehîya ermenî-amêrîkîya yên di warê parastinê de, pêvajoya perwerdîya gotûbêj kirin. Nava çarçoveya dawîyê da, min hewldanên Komara Ermenîstanê ya ji bo rêveberîya dêmokratîk ya hêzên çekdarên Komara Ermenîstanê raber kirin. Em li ser mijarên din yên hevkarîyên dualî yên di warê parastinê de sekinîn”.







